Parastina jîngehê – Birahîmê Eshedî

amadekar : Birahîmê Eshedî

0

Parastina jîngehê

Dîroka bajarvanî ya Rojhilata Navîn dîroka xerakirin û windakirina jîngehê û derdorê ye. Ji ber çêbûna nirxên bajar weke çandeke heyberî û rawanî ye. Herdû li ser bingehê tûnekirina çanda neolotîk hatine çêkirin. Êdî dîrokê rengê çanda bajarvanî li xwe kir. Tevî ku çanda neolotîk_ekolojîk bû. Li ser nirxên herdu çanda (heyberî-rawanî) bi hev ra bû. Jîngeh di gerdûna wî ya wateyê da bû (di dînê wî da) dihat pîrozkirin, ji ber nirxên jiyanê yê herî bilind bûn. Li alîyekî din li derfetên têrkirina li derdora jinê tevdigeriyan, ji ber destpêka aboriyê bû. Ev tê wateya ku xweza û jin di yekaneyeke hevseng da bûn. Dayika xwedawend destpêkê bi vî rengî nîşaneya li ser têkgihiştina di xwezayî yê zindî ku dihat naskirin. Jinê beşê herî mezin ji amûrên hilbirîna madî afirandin. Herwiha jinê mûhira xwe li standard xwetêrkirin û lixwekirinê kiriye. Bajarvanî van nirxan inkar dike û dibe amûra qezenckirin û tûndîyê ya ku di bin siya hogomoniya zilam da ye. Pîrtûkên pîroz ji zilaman ra dibêje:  “Jin bexçeyê we ne; li ser kêfa xwe wan biçînin”.  Ya xerabitir ew eku bikaranîna sumeran ya domdar rê li pêşiya zêdebûna şorbûna axê çêkir. Vê yekê hişt ku metirsiya xîzistan(sehra) xezayî çêbibe. Rola şaristanî di xîzîztana Mezepotanyayê da pir nênî bû. Ji ber ku di cîhana bajarvanî ya rawanî da hertim li xweza, derdor, jîngeh û erdê da bi çavekî boçûk dihat nerîn. Lê ev hilwest di bingeha xwe da îdyolojîk e, li himberî civaka çand û gundan pêş dikeve. Aemanc jê ew xerakirin û bi hesanî kontrolkiirna civaka çand û guda. Dema mirov tiştekî giranbûha winda dike. Wê demê qîmetê wî tiştî nas dike û wateyê jêre çêdike. Ev jî yek ji taybetmendîyên mirovbûyînê ye. Jîngeh jî yek ji alîyên jîyanî yê ku civakbûna mirovê bajarvaniyê weke çavakanîya jîyanê lê nedinêrî. Lê bi windakirina wê ra, êdî mirov wê çaxê civakbûn, jîngeh weke alîyê ku di jîyana wan da winda û kêm dît. Ji ber wê êdî pirsa jîngehê derbasî nava civakbûnê bû. Taybet di serdema dawî da ku gihiştîye lûtkeya xwe yî herî bilind ji mirina jîngehî ra. Lewra bi derketina rêxistin, partî, çalakvanên jîngehî û zanistên jîngehî (Ekolojî) encamên xerabîya ku di jîneghê da rû daye, derketin. jixwe bi derketina têgîna pirsa jîngehê ra hin alîyên ku ev têgihiştin li gorî hişmendîya xwe, wê wekî modernîteyekê ku di naveroka xwe da vala be, didît. Ev rastîyeka berbiçav e. Dema em li rewşa cîhanî dinêrin, di nava pergala gilobal da rêxistinên herî dijwar û radîkal hene lê di rastîya xwe da, hemû mîna heman modelê tev digerin.

Bi pêşketina pergala şaristanîya navendî ra, ji destpêkê ve jin, xweza heta radeya ku gihaştîye, pêvajoya desthilatdarîya li ser tevahîya civakê bi encam bûye. Di encama vê pêvajoyê de, mîtolojî, bîrdozî û bawerîyên ku derketine holê, ketine dewrê û bi roleke sereke di  xerakirina jîngehê da lîstine.  Bi taybetî jî zilamê desthilatdar di nava xwe da cih girt, xweza, civak û jin ketin nava şerekî dijwar. Ev jî di dawîyê da bû sedema encamên nebaş. Mirov di wê bawerîyê da ye ku divê hemû hebûn di xizmeta wan da be û mirov vediguhere cinawirekî ku xwezayê dixwe û dadiqurtîne.

Jîngeh çi ye?

Jixwe dema em jîngehê pênase bikin. Pêwîst e ku hin têgîn ji hev were cudakirin û derxistin. Ew têgîn ev in; xweza, jîngeh û zanista jîngehê (ekolojî). Lewra jîngeh perçeyek ji xwezayê ye. Xweza di nava xwe da jîngehê digere. Zanista jîngehê (ekolojî) têkilîya jîngehê bi zindî û hawirdora xwe ra lêkolîn dike û pê mijûl dibe.

Di wateya berfireh da, jîngeh wiha tê nasîn; Ew atmosfera ku heyînên heyî dorpêç dike. Lewra têgîna jîngeha civakî, jîngeha xwezayî, jîngeha pîşesazî û jîngeha çîyayî tên gotin. Jîngeh di wateya xwe yî teng da ew devera ku şert û mercê jîyanî ji bo zindîyekî dide afirandin. Ji av, hewa, erd û xwarinê pêk tê. Li ser vê bingehê jîngeh dibe cure :

1-Jîngeha xwezayî: Ew devera ku şert û mercên hawîrdora zindîyan bi rengekî xweber diafirîne û zindîyên heyî bi rengekî xweşbînî di wê jîngehê da dijî. Ev jîngeh di nava xwe da ew heyîn û zindîyên ku di xwezaya yekemîn da hene (xwezaya gerdûnî), digre. Mîna av, baran, çîya, daristan, lawir, mirov….hwd

2- Jîngeha çêker: Ew devera ku ji şert û mercên xwezayî lê bêtir in, hin afrînerî û çêkirinê tevlî vê deverê dike da ku jîngeheka li gorî tê xwestin biafirînin. Ev jîngeh di nava xwe da hemû heyîn û tiştên ku hatine afirandin bi destê mirovan digire nava xwe. Çand, sinc, ramiyarî…hwd. Ev jîngeh ji xwezaya civakbûnê tê.

Lewra jîngeh di vê gotarê da, bi wateya jîngeha ku perçeyek ji xwezaya gerdûnî ye, em armanc digirin.

Pirsgirêka jîngehê û tendûristîyê

Diyardeya bingehîn ya ku di gerdûna civaka sivîl da tê dîtin. Gihandina civaka bêserûber ya ku di nava wê da mezin bûye. Pişafitina ciavkê di nav amûrên tûndî û yekdestdarî da, li ser bingeha vê diyardeyê xerakirin û ji hev xistina têkilîya jîngehê bi xwezaya yekem ra hat kirin. Civak dibe jêdera berheman û îstismarkirina wê ta dawî tê kir. Pirsa ku li vir tê kirin ew e: Gelo wê civak bi nakokiyên hûndirîn an nakokiyên ekolojîk ji hev bela bibe? Ya rast ew e, eger guhertinek erênî di binghê bajarvaniê da nehat çêkirn herdu xweza ya yekem û dûyem nikarin êşa alozîyên mezin di bin siya hegemonîk da paş guh bikin. Di derbarê nirxandinên ku dibêjin civak bê bajarvanî nabe û civakên şaristanî dewlemed û bi hêz  dihebînin, ew nirxandinên îdyolojîkin û paradîgima çîna yekdestdarîya kolonyalîst nîşan didin. Hemû derdorên zanistî yên serdest weke penceşêra civakî dinirxînin. Sîstema sexebûna nîv-aborî li himberî xîzisitana axê radiweste û dijimê civak û zindiyan dibîne. Herwiha parastina ax û daristanên jîngehê weke cûreyê herî pîrroz radighînin. Çalakiyên li van her du qadan têrê dike ku bêkarabûnê bi sedê sala ji holê rakim. Çawa ku qada qezenckirinê di ware komkirina semayê da ya herî pîroz e, qadên ax û daristanên jî di neteweya demokartîk da qadên herî pîroz ên xebatê ne. ji ber ku di dîrokê da jiyana civakê misogerkirine.

Da ku ev xal baş were zanîn, pêwîst e ku em vegerin destpêka civakbûnê. Jixwe weke tê zanîn ku bi dîtina hebûna mirovan li ser rûyê eredê, destpêka têkilîya di navbera mirov û xwezayê da hate dîyarkirin. Ev têkilî li ser bingeha ku mirov xwe didît perçeyek ji xwezayê û xweza dayîka wî ye. Ev hişmendî bi çi rengî dîyar dibe?  Dîyarkirina vê hêşmendîyê di şêwazê jîyana mirovê wê demê da xuya dibe. Jixwe şêwazê ramangerîya wan li ser bingeha ku hawirdora xwe hemû zindî didîtin. Li ser vî şêwazî hevsengîyek xwezayî hatibû afirandin.

Di vê hevsengîyê da yê herî sûd werdigirt, mirov bû. Ji ber ku xweza her dem dide û mirov her dem distîne. Lê ev standina ku mirov digirt jî li ser bingeha ku li gorî pêwîstîya jîyana xwe berdewam bike. Ne ku jîyanê talan bike. Bi demê ra hem xweza û hem mirov bandor li hev kirine. Ev bandor her yek bi awayekî dihate kirin.

Awayê bandora mirov li ser xwezayê; Ev bandor bi awayekî neyekser dihat kirin. Di destpêkê da li jîngeha ku mirov ji bo berdewamkirin û debara jîyana xwe, di nava livûtevgerê da bû, kir. Di vê pêvajoyê da ji bo mirov debara xwe bike, karê nêçîrvanîyê û danheva fêkîyan dikir. Ev xebat bê zar û bandor bû. Ji ber kêmbûna tevgera mirov û di heman demê da jî kêmbûna xwestekên wî. Di dawîya vê pêvajoyê da xwestek û daxwazên mirov pir bûn. Jixwe amûr û alavên nêçîrvanîyê jî bi pêş ketin. Hêdî bandora mirov li ser jîngehê xuya kir. Pêvajoya piştî vê, pêvajoya vedîtin û nasîna çandinîyê û avdana wê û pêvajoya xwecihî destpê kir. Êdî mirov bi karê avdana zevîyan, dest bi çêkirina rûbar û qenalên avdanê kirin. Ev xebat hişt ku mirov avê têxe bin serwerîya xwe da û li gorî berjewendîyên xwe bikar bîne. Jixwe ev destpêka denûstendina di navbera xweza û mirov de bû.

Piştira pêvajoya şoreşa pîşesazîyê destpê kir. Di vê pêvajoyê da êdî mirov alav û amûrên mîkanîk bikaranîn. Lewra ji bo wê sotemenîyên fosîl û petrolê şewitandin. Di encamê wê da pirsgirêka jîngehî derket holê. Bermahîyan bi hemû cureyên xwe derketin holê. Di vê pêvajoyê da bandora mirov ya pir bi zirar û neynî li ser jîngehê kir, derket.

Pêvajoya piştî wê, ku di nîvê sedsala bîstan da dest pê dike. Bi derketina teknîkên elektronîk bandora mirov li ser jîngehê gihişt asta xwe yî herî bilind ji zirar û neyînîyan. Lewra di vê pêvajoyê da bermahîyên ji çalakîyên mirov û enerjîya ku bikar tîne bûye pirsgirêkeka civakî. Ji ber vê yekê îroj bi dehan rêxistin, partî û çalakvanên jîngehî derdikevin holê li hemberî vê alozî û kirîza ku di jîngehê da rûdaye disekinin û her dem hewldanên sererastkirin û pêşxistna jîngehê armanc digrin.

Di van pêvajoyan da em dibînin ku her ciqasî ku mirov dûrî xwezayê dikeve ewqasî zirar û neyînîyê dide jîngehê. Ev dûrketin di encamê da, guhertin û veguhertina ku di hişmedîyê da hatîye kirin. Hişmednîya mirov wek hevîr e çawa bê strandin wiha rengê xwe digre. Lewra hişmendîya destpêkê li ser bingeha ramanê ku mirov xwe dibîne perçeyek ji xwezayê û xwezayê jî wekî xwe zindî û xwedîrih dibîne.

Lê bi derketina ramanê hîyareşîka çêker ku çînayetî di nava civakê da saz kir, veguhertinek neyînî di mirov da, da avakirin. Di encamê da hişmedîya desthiladarîyê hat avakirin. Hişmendîya desthiladarîyê xwe kir navenda jîyana civakî û gerdûnî û li ser vê bingehê serwerîya xwe li ser mirov û civaka da rûniştandin.

Di serdema raman û şêwazê zanistê da ku bi têgîna sobje û obje gihişt lûtkeya vê hişmendîya ku îcar ji xwe dixwe û xwe dikuje. Lewra kirîz û pirsa jîngehê di roja me da ne tenê bûye rojeva civakê, lê belê heya pergala hegemonîk pergala sermayedarîyê jî. Ji ber ku ker kes, êdî bi derketina nexwşîyên civakî û kirîz û alozîya di jîngehê da derket, ketin wê bawerîyê da ku bi vî rengî berdewam bibe, roja qîyamet û qirkirina mirovan berbiçav e.

Pirsgirêkên tendûristî:

Em dikarin li ser hinpirsgirêkên tendûristîyê yên ku bandora xwe li jîngeha saxilem dikin baxivin.

  1. Guhertina avhewa: gûherîna avhewayê gelek sedemên wê hene wek gazên serayî yên ku gerimê ji jorê dibarînin û rû erdê gerim dikin. Zêdebûna germahiya okyanûsan bandorê li jîngeh û sîstemên deryayî dike. bilindbûna di asta deryayî ya cîhnê da dihêle ku erd kêm bibin û bûyerên lehiya jî pir bibin.
  2. Qirêjahiya jîngehê: tê nasîn ku qirêjîngehê yek ji sedemên serek ên pirsgirêkên jîngehî ên girêdayî guherîna avhewa û pirbeşbûna biyolojîk. Ji ber ku li hemû cureyên ax, hewa, av û ronahiyê dike ji bilî qirêjahiya germahiya li ser jîngehê. Bandora vê yekê jî li ser tendûristîya giştî heye.
  3. Birîna daristanan: birîna daristana bi xwe ra têkbirina çandî û darên okscîn, xwarin, av û derman ji mirovan ra peyda dike. şewata daristanê xwezayî û birîna daran bi rengekî hovane, kiriyarên çandiyê yê ne rêxistin kirî û çandina rêjeyên mezin ên daran ji bo karanîna bazirganiyê. Ev yek dihêle ku daristan kêm bebe û pêre okscîn jî kêm bebe, herwiha gazên germ bi awayekî pir mezin çêbibin.
  4. Nexweşî: Kêmkirin û kontrolkirina nexwşîyê du alîyên sereke ne ku bandore li tendûristîya hewirdorê dike. peydabûna ava paqij û peydekirina deriman ji b. o hemî nexweşiyên heyî li hemberî wê. Pêwîstî bi avakirina sîstemekê heye, ji bo mirov xwe ji nexwşiyan biparêze.
  5. Zibilên kîmyawî: Divê rêveberiya van madeyên xwedî gef li ser civakê hebe. Herwiha ev rêveberî pilana xwe rizgarkirina ji vî zibilî hebe û hemû deverên ev zibil gihaştîyê paqij bike. Ji erkên vê rêveberiyê ye ku nehêle ev madeyên bi tirs di nava jîngehê da bên belakirin.

Civaka Jîngehparêz

Rêbertî di parêznameyên xwe da bi rengekî berfireh li ser civaka jîngehparêz rawestîyaye û balê dikşîne li ser sê xwezayan; Xwezaya yekemîn ku ji ra dibêje xwezaya gerdûnî, ev xweza ji dervî mirov û xweber pergalaeka xwe afirandîye û ya duyemîn xwezaya civakbûnê ye ku mirov bi awayekî zane û encamê tecrûbeyeka li gorî şert û mercên di xwezaya gerdûnî da ji xwe ra ev xweza afirandine. Ya herî dawî hevsengîya di navbera herdû xwezayan da ye, ku em dikarin jê ra bibêjin civaka jîngehparêz. Di heman demê da jî civaka jîngehparêz faktorek ji sêdarê ku modernîteya demokratîk xwe dispêre wê li beranberî sêdarîya modernîteya sermayedar ye.

Civaka jîngehparêz li ser bingeha perensîbên xwezaya civakbûnê ku ev xweza perçeyek ji xwezaya gerdûnî ye, tevdigere. Lewma dûrketina ji van perensîban, dûrketina ji hişmendîya ku xwezayê weke xwe dibîne. Xwezaya civakbûnê ji du hemanên bingehîn hatîye avakirin.  Ev her du heman çi ne? Hêmanê sincî û ramyarî (exlaq û polîtîk) ne. Di heman demê da jî ev hêman taybetmendîyên civaka xwezayî ne.  Exlaq û polîtîk civakê hem berê wê dîyar dike, hem jî civakê ji êş, azar, feleket û nexweşîyan diparêze. Hebûna civakbûnê li ser bingeha pîvanên exlaqî berdewam dike. Parastina civakbûnê li ser bingeha polîtîkayan misoger dibe. Lewra civaka bê van herdu hêmana yan ji holê qir dibe, yan jî ev civak di bin serwerîya koletîyê da êş û azaran dijîn. Dixwazim bighêjim vê xalê; Civaka jînegehparêz bi bandora xwezaya civakbûnê çêdibe.

Bêguman jîngeh jî xwedî bandoreka berbiçav li ser xwezaya civakbûnê ye.  Ev jîngeh reng û awayê jîyana vê civakê daye dîyarkirin. Lewra civaka jîngehparêz li gorî pîvan û xwezaya ku ew civak di çi jîngehê da hatîye afirandin û sazûmankirin, jîyana xwe bi rêxistina dike. Bingeha civaka jîngehparêz pêvajoya serdema şoreşa Newolotîkê- gundewarîyê ye. Ji xwarin û vexwarinê bigere heya pergala civakbûna li ser hîmên civaka gundewarîyê-çandinîyê ye.

Her civakek li gorî jîngeha ku lê dijî, jiyan û pêvanê ku ew civak pê hatîye hûnandin û strandin, tevbigere wê ew civakek jîngehparêz be. Jixwe civaka ku debara jîyan xwe, taybet ji alîyê aborî ve li ser bingeha xwe têr bike, jîngehê talan neke. Wê demê hevsengîya herdû xwezayan pêkan e.

Bandora jîngehê

Takekes encamê civakbûnê ye. Lewra civakbûn bi rola teşeyê avakirina takekes dilîze. Çawa ku jîngeh xwedî rol û ristekî dîyarker e li ser civakbûnê di heman demê da jî jîngeh bandorekê kûr li takekes dike. Ev bandor hem li gewd û laşê wî dike, hem jî li çand û ramanê wî dike. Em dibînin ku kesên li devrên sar dijîn, rengê laşê wan û gewdeyê wan cuda ye ji kesên ku li devrên germ dijîn. Jixwe her takekesek ku xwedî çandeka xwe ya ku ji civakbûna xwe girtîye. Ev çand di her civakekê da cudaye, ev cudahî ji jîngeha ku ev civak lê dijîn hatiye. Lewma takekes bibandora jînghê, rengê çand û nasnemeya xwe digire. Derbarê vê yekê da Ibnî Xeldûn wiha dibêje; Mirov, zarokê jîngeha xwe ye.

Di heman demê da jî civak bandorê li jîngehê dike. Her ci qasî ku jîngeh bandorê li mirov û civakê dike jî, lê ev bandor bi rengekî erênî û durist e. Çawa? Jîngeh hawîrdora xwe û hemû zindîyan di nava xwe da digre û hembêz dike da ku bi hev ra di vê jîngehê da bi geşedanî bijîn. Bandora mirov û civakê jî li ser jîngeh heye, ev bandor bi du alîyan dibe. Alîyê erênî û alîyê neyînî, jixwe ev alîyê ku kirîz û alozîyan di jîngehê da pêk tîne. Erênîya civakê ku li ser jîngehê dike, ku dikare jîngehê ji kirêz, xerabî û zirara mekîneyan biparêze. Neyînîya ku mirov pê bandorê li jîngehê dike, wê jîngeha ku civakê hembêz dike, di hundirê xwe da qir dike. Bertekan li hemberî vê hişmendîyê nîşan dide. Di encamê wê da nexweşî û zirar derdikevin holê, îcar ev nexweşî bi rengê nexweşîyên jîngehî derbasî nava civakê dibin, lewra weke pirsa jîngehê tê nasîn.

 Jîngeh û Tendirustî

Têgeha jîngeheke tendûristî nîşaneya alîyên tendûristîya mirovî û alîyên cûreyên jiyanî yên ku faktorên fîzîkî, kîmyawî, biyolojî, civakî û derûnî yê ku bi hawirdorê ra têne deste nîşan kirin. Jîngeh jî bi hemû şert û mercên jiyanî yê derdorê tê naskirin. Mirov jî ne tenê di nava jîngehê da xwe dibîne, lê her gav xwe weke perçeyekê jê dibîne û li berdewamîya wê digere. Pir girînge ku em girîngiya jîngeheke saxilam û xwezayeke paqij ji bo jiyaneke tendûrist çêkin. Vê jiyanê biparêzin ji bo hevsengiyekê bi xwezayê ra li ser erdê çêkin. Ji ber jîngeha xwezyî roleke mezin di berdewamiya jiyanê da dilîze. Wek ku tê nasîn ku di roja cîhanê ya jîngehê da kampaniyeke hişyarkirina jîngehê ya ku her sal di 5 ê Hizêranê da tê pîroz kirin. Divê herkes di vê yekê da cihê xwe bigere û hişmendiya parastina jîngehê li hemû deverên cîhanê belav bibe.

Têkilîya van herdu têgînan, weke goşt û nenûkê ye. Ev herdu têgîn weke çêwî bi hev re tevdigerin. Li kû derê gotina jîngeh were gotin, yekser gotina tendirustîyê rû dide. Weke me li jorê da dîyar kir; ku bandora jîngehê li ser civak û mirov heye. Berteka ku jîngeh li hemberî hişmendîya nejîngehparêz çi ye? Ew jîngeh destpêkê tê kuştin. Bi kuştin û qirkirina jîngehê, êdî nexweşîyên ku ji wê jîngeha ku jîyan lê nema, derbasî civakbûn û mirovan dibe. Ev nexweşî dibe nexwşîya civakî, lewra di nava xwezaya civakê da nexweşî xwe berdide rih û koka civakbûnê. Di encam da yan ev civak qir bibe, yan jî ev civak weke mirîyê ku serê wî li hedan ket, li xwe vegere. Li xweza û jîngehê vegere. Vegerandin, bi awayê kevn, nabe. Encex ev vegerandin, bi awayê civaka jîngehparêz were vegerandin.

Ji bo tendirustîyeka saxlem û pak, jîngehek saxlem û pak pêwîst e. Ji bo jîngehek saxlem û pek were dîtin. Mirov û civakek jîngehparêz pêwîst e. Civaka jîngehparêz bi rihê serdema heyî û ramanên serdemî pêwîst e. Ramanên serdemî di pergal û modernîteya demokaratîk encex pêkan be. Pêkanîna modernîteya demokrat bi sê hêmanên ku hev tekûz û temam dikin, tê. Civaka sincî û ramyarî, civaka jîngehparêz û aborîya komînal.

Leave A Reply

Your email address will not be published.