BENDAVA TIŞRÎNÊ

0

| Desteya Enerjiyê di Rêveberiya Xweser de:
📌Nêzîkî du meh in bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi zanebûn û sîstematîk tê bombebarankirin.

📌Bendava Tişrînê di bin metirsiyeke pir mezin de ye û her kêliyekê dibe ku hilweşe.

📌Ruweşîna bendavê metirsiyê dide ku bi sedan gund û beşên mezin ên bajarên Reqa û Dêra Zorê heta sînorê Iraqê di bin avê de bin.

📌Ji sala 2022an vir ve nekirina nirxandineke teknîkî ya bendava Tişrîn hişyariyê dide metirsiyên potansiyel.

📌Ji bo veqetandina bendavê ji operasyonên leşkerî em daxwaza destwerdana lezgîn a navneteweyî dikin.

📌Bendava Tişrîn 1,9 milyar metre sêca av dihewîne û xizmeta nêzîkî 5 milyon xelkê Sûriyê dike.

📌Bendavê ava vexwarinê û kehrebê dide tevahiya gundewarê Helebê, di nav de Kobanî, Sirrîn û beşek ji Eyn Îsa û Cerniyê.

📌Bendava Tişrîn bi rêya stasyonên avdanê yên wekî Îstasyona El-Babîrî, Îstasyona El-Xefsa, Îstasyona El-Japonî, Îstasyona El-Mûştaraka û El-Fransiyê nêzî dused hezar hiktar zeviyên çandiniyê av dide.

Leave A Reply

Your email address will not be published.