Çandinî di nava guherîna avhewayê de li Sûriyeyê
Sektora çandiniyê ya Sûriyeyê bi pirrengiya xwe ya mezin û dewlemend tê naskirin. Gelek berhemên ku di tevahiya demên salê de tên çandin, di nav wan de genim, ceh, pembû, nîsk, sebze û nîsk hene. Bi vî awayî, sektora çandiniyê roleke mezin di xurtkirina aboriya welat de dilîze, ji ber ku ew yek ji sektorên sereke ye û çavkaniya debara jiyanê ye ji bo zêdetirî 30% ê nifûsê.
Ew her wiha çavkaniya sereke ya xwarinê ye ji bo nifûsê ye û derfetên kar peyda dike. Ji bilî rola wê ya girîng di parastina hevsengiya jîngehê û bidestxistina pêşkeftina domdar de, beşdarî piştgiriya aboriyê dibe.
Lê îsal, rastî cuda bû; Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşbînî kir ku hilberîna genim a îsal tenê 350,000 ton be, li gorî 1.15 milyon ton di sala 2023an de. Ev kêmbûna tûj ne ecêb bû, ji ber ku ev werz yek ji xirabtirîn werzên çandiniyê di dîroka herêmê ya nêzîk de tê hesibandin, ku bûye sedema kêmbûna hilberînê û derketina zeviyên mezin ên çandiniya ji ber kêmbûna baranê ji xizmetê, ku li gorî daneyên fermî digihîje %75ê tevahiya zeviya çandiniya genim.
Werzê çandinîyê yê îsal rasterast bi guherîna avhewayê ve bandor bû, di nav de guherînên di şêwe û dema barînabaranê, bilindbûna germahiyê, ziwabûnên, û bûyerên hewayê yên dijwar ên wekî bahoz û tofanan, îsal rû dan.
Ev guhertin bûne sedema kêmbûna hilberîna çandiniyê, xirabûna axê, û belavbûna kêzik û nexweşiyan, ku di encamê de hilberîna çandiniyê kêm bûye û lêçûn zêde bûne, û ewlehiya xwarinê xistiye bin gefê. FAO texmîn dike ku kêmasiya xwarinê ya Sûriyeyê îsal, tenê di genim de, bi qasî 2.7 milyon ton tê texmînkirin
Ewlehiya xwarinê yek ji girîngtirîn pirsgirêkên ku Rojhilata Navîn, û bi taybetî jî Sûriyeyê pê re rû bi rû ye, bi taybetî ji ber guherîna avhewayê, kêmbûna avê û paşketina sektora çandiniyê. Ev yek welatî û bazirgan neçar kiriye ku xwarinê ji derveyî welêt îtxal bikin, ku rasterast bandorek girîng li ser bihayan kiriye
Ji ber wê guherîna avhewayê jî yek ji pirsgirêkên sereke ye ku hilberîna çandiniyê li herêmê û cîhanê pê re rû bi rû ye, û ji bo adaptekirina van mercan pejirandina stratejiyên bibandor hewce dike. Cotkar, hikûmet û rêveberî dikarin bi rêya rêzek rêbaz û teknîkan berxwedanê zêde bikin, nemaze:
1-Teknîkên çandiniyê yên domdar: wek çandiniya organîk, ku xwe dispêre kêmkirina karanîna dermanên kêzikan û gubreya kîmyewî, û rêveberiya axê ya domdar bi rêya gubreya organîk, çotkirina sînorkirî, û çandiniya bê cotkirin. Ev rêbaz wê bikarin bandorên neyînî yên guherîna avhewayê li ser ax û çavkaniyên avê dibin, kêm bike.
3-Birêvebirina çavkaniyên avê: Bi pejirandina pergalên avdanê yên bi bandor ên wekî avdana dilop, ku rê dide bikaranîna avê ya aborî û hilberîna çandiniyê baştir dike, nemaze li deverên hişk. Divê binesaziya pêwîst ji bo berhevkirin û hilanîna avê jî were pêşxistin, ji ber ku ew pêkhateyeke sereke ya serekeftina çandinyê di nava guherîna avhewayê ye.
3-Cûrbecûrkirina berhemên çandiniyê: ji bo xurtkirina berxwedana sektora çandiniyê li hember guherînên avhewayê, Ev yek pêşxistina cureyên çandiniyê yên li hember ziwabûn û germê berxwedêr dihewîne, ku pêdivî bi veberhênanê di lêkolînên çandiniyê û pêşxistina cureyên nû yên ku dikarin li hember şert û mercên dijwar bisekinin heye.
4-Bikaranîna dîjîtal: Bi karanîna pergalên zekaya endustiryel. ji bo şopandina şert û mercên avhewayê û girtina biryarên çandiniyê yên rast û agahdar
5-Hişyarî û perwerde: Bi fêrkirina rêbazên çandiniyê yên nûjen û pratîkên domdar ji cotkaran re, ji bo zêdekirina şiyana wan a guncandina li gorî guherîna avhewayê.
Ji ber vê yekê, rûbirûbûna guherîna avhewayê hevkariyek berfireh di navbera hemû aliyên peywendîdar de, di nav de cotkar, hikûmet, rayedarên herêmî, navendên lêkolînê û civaka sivîl, hewce dike, da ku pêşerojek çandiniyê ya domdar ku pêdiviyên nifşên niha û yên pêşerojê bicîh bîne, misoger bike.
Akademiya Jîngehê